XEZE
Di êrîşên Îsraîlê yên ku dewam dikin de, hejmara miriyên filistînî yên li Xezeyê derket 612an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê Eşref el-Qudrayê ku bi awayekî fiîlî li Xezeyê karê xwe didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di êrîşên Îsraîlê yên ku di 7ê tîrmehê de da destpêkirin de heta niha 25 navendên tenduristiyê hatin bombekirin. Îsraîlê duh jî Nexweşxaneya el-Aksa Şuhedayê bombe kiribû.
Hat diyarkirin ku hejmara miriyan derket 612an û ya birîndaran jî 3 hezar û 745an derbas kir.
Di 12ê hezîranê de li Şerîaya Rojavayê 3 cihû winda bibûn, lê piştî 18 rojan mirî hatibûn dîtin. Piştî vê di 2yê tîrmehê de ciwanekî filistînî yê bi navê Mihemed Ebu Hudeyr ji hêla cihûyan ve hatibû revandin û şewitandin. Piştî van bûyeran artêşa Îsraîlê bi navê "Xeta Parastinê" di 7ê tîrmehê de ji hewayê êrîşî Xezayê kiribû. Di 17ê tîrmehê êvara pêncşemê de jî ji bejayê ve êrîş dabû destpêkirin.