Sekreterê Giştî yê NYê Ban hat Qahîreya paytextê Misrê û li vir bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samîh Şukrî re civîna çapemeniyê li dar xist. Ban bal kişand ser agirbesta ku Misrê pêşniyaz kir û got ku hin şert û mercên vê agirbestê nehatin qebûlkirin.
Ban wiha dewam kir:
"Heke hemû şert û merc bên nîqaşkirin, dem lazim e. Hevdîtinên ku wê demê hildin, wê di navbera her du aliyan de nebe çareserî. Mirin dê dewam bikin. Ev ji bo her du aliyan jî mafdar nîne. Her wiha divê ji bo rawestina şidetê û hevdîtinan firsend bê dayîn."
Sekreterê Giştî Ban daxuyand ku ew ji bo hevdîtinên her du aliyan amade ne ku alîkariyê bidin.
Ban destnîşan kir ku divê di navbera Îsraîl û Xezeyê de demildest û bê şert û merc agirbest çêbibe û wiha pê de çû: "Em nikarin vê pirsgirêkê taloq bikin. Heke kes xwe nede ber vî şerî û xwînê nede sekinandin, dibe ku rewş xerabtir jî bibe. Ev rewş ji bo gelê her du alîyan jî zirar e."
Wezîrê Karên Derve yê Misrê Şukrî jî diyar kir ku çarçoveya agirbesta ku Misrê pêşniyaz kir berfireh bû û wiha dewam kir: "Dema ku agirbest hat amadekirin, şert û mercên ku her du alî qebûl bikin tê de hebû û firsenda ku li ser hemû meseleyan bisekinin jî di agirbestê de hebû. Armanca agirbestê ev bû."
Misir ji bo ku di navbera her du aliyan de êrîş bisekinin û deriyên sînoran vebin, agirbest pêşniyaz kiribû.