06 Gulan 2016•Rojanekirin: 06 Gulan 2016
ATÎNA
Li Yewnanistanê xebatkarên sektora taybet û kamuyê ji îro pê va ji ber verastkirinên di warê bac û teqawidbûnê da ku wê dawiya hefteyê li Meclisê were rojevê, ji bo 3 rojan greva giştî dan destpêkirin.
Li ser banga Federasyona Xebatkarên Kamuyê ya Yewnanistanê (ADEDY) û Konfederasyona Sendîkayên Xebatkaran a Yewnanistanê (GSEE) karker û karmend li dijî dengdayîna ku wê dawiya hefteyê were kirin, dest bi çalakiyan bikin.
GSEEyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku hikûmet reforman dawiya hefteyê ji bo dengdayînê tîne rojevê û ev "derbeya Meclisê" ye.
ADEDYê jî bangî endamên xwe kir ku zêdebûna KDVyê û baca di ber û berhemên din da protesto bikin.
Li Yewnanistanê îro seferên wesaît, trên û keştiyan û xizmeta kamuyê sekinî.
Li ser banga Sendîkaya Rojnamevanan a Yewnistanê jî xebatkarên çapemeniyê heta roja yekşemê di grevê da ne.