Li Sûriyeyê ji fermandarên koma Ceyş el Selamê Muhammed Ahmet got: "PYDê kurdên ku ji derve hatin li Tel Abyadê bi cih kirin. Vê gavê piraniya kesên ku li Tel Abyadê dijîn, ji kurdan pêk tê û hemû ji cih û warên din hatin, hejmara ereban jî pir kêm bû."
Ahmet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku demek bû ku wan mil dabû PYDê û ew PYD ji bo ku bi DAEŞê re şer bikin, tev hereket dikirin û wiha dewam kir: "Mebesta me ew bû ku em nehêlin PYD xwe li axa ereban bike xweyî."
Ahmet destnîşan kir, ew ketin Tel Abyadê û rojek li ser re derbas bû wan û PYDê li hev nekir û paşê jî ew ji bajêr hatin derxistin.
Ahmet got ku ew paşê çûn gundê Gînetraya ku dikeve rojhilata Tel Abyadê û wiha dewam kir:
"PYDê êrîşî kozika ku em li bûn kir. 4 hevalên me li vê derê mirin. Piştî ku em ketin zorê, em mecbûr man û vekişiyan aliyê sînorê Tirkiyeyê. Paşê jî ez û 4 hevalên xwe derbasî Tirkiyeyê bûn. Dema ku Tel Abyad dihat bisdestxistin, me ji bo birayên xwe yên ereb ên ku li wir dijîn, ji PYDê daxwaz kirin, lê daxwazên me nehatin qebûlkirin û em jî mecbûr man û ji wan qetiyan. PYDê kurdên ku ji derve hatin li Tel Abyadê bi cih kirin. Vê gavê piraniya kesên ku li Tel Abyadê dijîn, ji kurdan pêk tê û hemû ji cih û warên din hatin, hejmara ereban jî pir kêm bû."
Abdulcabbar Kerkuyê ku ji koma Ceyş el Selamê ye jî got ku ew ji zexta RYDê revîn û hatin Tirkiyeyê.
Kerku got ku DAEŞê bêyî ku şer bike, Tel Abyad teslîmî hêzên PYDê kir û daxuyand ku PYDê jî alaya ASAyê anî xwarê û alaya xwe daliqand.
Muhammed Kasim jî got ku ew beriya PYDê ketin Tel Abyadê û ew bûn şahid ku ereb ji herêmê revîn.
Kasim daxuyand, piştî ku PYD ket Tel Abyadê, malên aîdê ereban hatin talankirin û wiha dewam kir:
"PYDê ji bo ku heyfê ji ereban hilde ev kir. Têkiliya vê hereketê bi Îslamê ra tuneye. Em bi PYDê ra nînin. Piştî ku em ketin Tel Abyadê me alaya xwe li wir daliqand û em di dibistanekê de sekinîn. Paşê me li hev nekir û em çûn gundê Gînetrayê. Ji kozikên PYDê gule berdan me. Ji ber ku PYDê rê girt, 15 kesên ku li wir man, nikarin biçin derekê."
Ahmet Hidir jî destnîşan kir, PYDê xwest ku ew bi wan re li Rakkayê dijî DAEŞê şer bikin, piştî ku wan ev daxwaz qebûl nekir, êrîş li wan hat kirin.