Haydar Şahin
18 Gulan 2019•Rojanekirin: 19 Gulan 2019
Di pevçûnên li Kutubaya navçeya Daliya wîlayeta Yêmenê da fermandarê yekîneyê jî tev 80 Hûsî hatin kuştin.
Li gor xebera "September Net"a malpera artêşa Yêmenê, hêzên eskerî yên bi piştgiriya hêzên berxwedana gel li Daliyê pêşketina xwe didomînin.
Di pevçûnên li Kutubaya ku ji Hûsiyan paşda hat sitandin da Mihemed Senhaniyê fermandarê qadê jî tev 80 Hûsî hatin kuştin, bi dehan milîtan jî birîndar bûn.
Wekî mayîn hat gotin ku eskeran dest dan ser gelek wesayîtên eskerî, sîlah û cebilxaneyên Hûsiyan.
Di daxuyaniya hêzên Hîzam Emni yên Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb piştgiriyê dide da hat diyarkirin ku hêzên hikûmetê û hêzên Hîzam Emnî duh ber destê sibê ji 3 aliyan va operasyon birin ser Kutubayê, di encama operasyonê da tevahiyê navçeyê hat hildan.