Haydar Şahin
19 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2020
Li Îdlibê kêmzêde 500 konên ku sivîlên ji cî û warên xwe hatine kirin tê da diman ji ber şiliyê di nav av û heriyê da man, li bendê ne ku herêm were paqijkirin, sîvl werin bicîkirin û hewcedariyên xurek û hijyenê werin dîtin.
Amîn Mercanê berpirsyarê Kampa Keferaroukê ya li bakurê rojavayê Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Konên me di nav avê da man. Ardû, xurek û kincên zaran lazim dikim, em li bedan vê alîkariyê ne."
Mercan got ji ber ava di nav konan da kom bûye tanekra ava vexwarinê nikare li kampê avê belav bike.
Mercan diyar kir ku şeva wan bi zor û zehmetiyê dermas bû û wiha axivî: "Heke şiliyê hetanî ber destê sibê dewam bikira me di konan da îdare nedikir. Malbatên ji ber şiliyê mexdûr bûn li konên din hatin belavkirin."
Hafşe Bekurê avê da ser konê wî jî got, "Em serma dikin, zehf sar e. Tu tişktekî me tune. Dema şilî dibare em bêçare li bendê disekinin."
Bekur got zivistanê gelek zihmetiyan dikişînin û wiha pê da çû: "Avê da ser konan. Ardû tune em vêxin. Em dixebitin ku bi lastîkên ji derva kom kirine va xwe germ bikin."

Bekur got daxwaza bi tenê ew e ku hinek ardû bibîne û ji bo germkirinê vêxe û wiha axivî: "Ez her tiştî hewaleyî Xwedê dikim. Ev salek e em li vê derê dijîn. Berê alîkarî dihatin. Nika gelekî kêm bûn."
Mihemed Helacê Midûrê Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê yê daneyên koça Îdlibê berhev dike jî got di 48 saetên dawîn da 174 kon ji binî va xirab bûn, 318 konan jî zirar dît.