Haydar Şahin
19 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2020
Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê di êrîşa xwekujiyê da li gor tesbîtên ewil 3 kes hatin kuştin.
Yaredarekê ewlekariyê yê nexwest navê xwe bêje daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Kondugaya herêma Bornoya eyaleta Nîjeryayê zareke qîzîn li herêma qerebalix êrîşa xwekujiyê kir.
Rayedar destnîşan kir ku li gor tesbîtên ewil 3 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Hê kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe, tê zanîn ku Boko Herama rêxistina terorê li herêmê êrîşên wekî vê dike.
Boko Herama ji serê sala 200î vir da li Nîjeryayê hebûna xwe nîşan dide û ji sala 2009an vir da jî bi êrîşên tundiyê ji 20 hezarî zêdetir kes kuştin.
Rêxistinê ji sala 2015an vir da li Kamerûn, Çad, Nîjerê jî êrîşan dike. Li Hewzeya Gola Çadê di êrîşên rêxistinê da herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.
Li welêt ji ber êrîşên terorê û pevçûnan bi sedan hezarî welatiyî mecbûrî koç kir.