Nihat Kavşut
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
LAHEY
Rêxistina Qedexekirina Çekên Bijehrî (OPCW) di encama lêkolîn û xebatan da eşkere kir ku 4ê nîsanê li Îdliba bajarê Sûriyeyê çekên "xaza sarînê" hatine emilandin.
OPCWyê rapora xwe ya der barê êrîşa 4ê nîsanê li Îdlibê hat kirin da eşkere kir.
Li gor rapora Lijneya Tesbîtkirinê ya OPCWyê (FFM) di encama lêkolîn û xebatan da hat tesbîtkirin li Xan Şêxûna Îdlibê 4ê nîsanê "xaza sarînê" hatiye emilandin.
Ahmet Uzumcuyê Dîrektorê Giştî yê OPCWyê der barê raporê da daxuyanî da û wiha got: "Ez êrîşê bi tundî şermezar dikim. Ev êrîş li dijî normên Peymana Çekên Bijehrî (CWC) ye. Divê kesên bûn sedem û sûcdar in bên cezakirin."
Uzumcu diyar kir ji bo berpirsiyar bên cezakirin xebata OPCWyê û Mekanîzmaya Lêpirsînê ya Hevbeş ya Neteweyên Yekbûyî (NY) zehf girîng e û wiha got: "Rapor ji bo Konvansiyona Çekên Bijehrî, Konseya Rêvebiriya OPCWyê, dewletên teref û Mekanîzmaya Lêpirsînê ya Hevbeş a NYê ra hatiye şandin."
Rejima Esed 4ê nîsanê bi "xaza sarînê" êrîşî Xan Şêxûna Îdlibê kiribû û ji ber xazê qederê 100 kes miribûn û 500 kes jî bi jehrê ketibûn.