Türkan Tosun
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2020
Malbatên ji êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê reviyane li Îdlibê di konan da dijîn. Zarokên van malbatan di nav herî û sermayê da dilîzin û dema vedigerin konên xwe dixwazin xwe germ bikin, lê derfeteke wan a wisa tune.
Malbatên li baxçeyên zeytûnan û zeviyên nêzîkî navçeya Sarmadayê ya li bakurê Îdlibê konên xwe vegirtine hewl didin di nav tunebûn û sermayê da bijîn.
Di konan da av û ceyran tune, rê biherî ye, serma jî ji hêlekê va zorê dide malbatan.
Herî zêde zarok zehmetiyê dikşînin û xemgîn dibin. Malbat her çiqas ji wan ra bibêjin di nav heriyê da nelîzin jî zarok guh nadin mezinan û li derva dilîzin.
- "Ev der pir sar e, alîkarî nayê"
Zarok bê gore û bê mont li kuçeyên di nav heriyê da bi kevir, şiv, balon û heriyê va dilîzin. Li ser konan bi heriyê va wêneyan xêz dikin û bendê ne rojek bê û ew herin dibistanê.
Omar Affarê 9 salî yê li Kampa Saruta Başûr dimîne ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber ku ew nikare here dibistanê ew xemgîn e û wiha axivî: "Min hin hevalên xwe li vir nas kirin. Em bi hev ra dilîzin. Ev der pir sar e, alîkarî nayê. Em betaniye, kon û sobeyê dixwazin."
Husam El Elî jî got ji ber heriyê ew nikarin bi rehetî bimeşin û wiha dewam kir: "Gog û pêlîstokên me tunene ku em pê wan bilîzin. Di konê me da jî tu tişt tune. Lê dîsa jî em baş in. Dema em serma dikin heke em bikaribin xwe germ bikin, ev besî me ye."

- Rewşa li Îdlibê
Bajarê Îdlibê ji destpêka şerê navxweyî vir va bûye keleha komên çekdar ên dijî rejimê û mixalifan. Ji ber koçê nifûsa Îdlibê gihîştiye 4 milyonî. Di Adara 2015an da kete destê mixalifan. Îdlib di nav herêmên sereke da ye ku ji hêla rejimê va êrîş li ser tê kirin.
Di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va rejim û Rûsya êrîşên xwe didomînin. Di êrîşan da ji 2019an heta niha ji hezar û 600î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav 2019an da ji milyonekî zêdetir sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.