Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu
03 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2021
Balafirên şer ên Rûsyayê li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdliba Sûriyeyê êrîşî ser navenda Parastina Sivîl (Kumspî) kirin û di êrîşê da 5 dildarên parastina sivîl birîndar bûn.
Malaçavdêriya balafiran a aîdê muxalifan ragihand ku ji Baregeha Himeymîmê ya li bajarê Lazqiyeyê ye balafirên şer ên Rûsyayê di saet 09.40an da rabûn û di navbera saet 10.00-10.19an da 4 caran bi ser navenda parastina sivîl a li gundê şêx Yûsif da bû bombe barandin.
Firas Xelîfeyê Berpirsê Çapemeniya Parastina Sivîle daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku balafirên şer ên Rûsyayê 4 caran êrîşî ser navenda parastina sivîl a li gundê şêx Yûsifê bû, kirin.
Xelîfe destnîşan kir ku cihê rastî êrîşê hat bû xirbe û got: "5 dildarên parastina sivîl jî birîndar bûn."
Di êrîşa ku rejima Beşar Esed serê sibehê zû bi top barandinê va bir ser Îdlibê da 8 sivîl hatibûn kuştin û 6 sivîl jî birîndar bûbûn.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Heleb), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytra) bi tevahî 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.