Elif Orhan
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Di êrîşa ku birin ser gundê Xan es Subula ku di nav herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê de cî digire de li gor tespîtên ewil 7 sivîl mirin.
Midûrê Parastina Sivîlan a Îdlibê Mistefa Hac Yusif daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşa asîmanî ya ser gundê Xan es Subula Îdlibê ya berêvarê de herî kêm 7 sivîl mirin.

Yusif qal kir ku di êrîşan de piraniya wan jin û zarok 15 sivîl jî mirin û got ku "Em difikirin ku balafirên şer ên ûris êrîş kirin."
Yusif diyar kir ku di êrîşa ku cî û war hedef girtin de ji miriyan 5 kes zarok in ü got ku birîndar jî li navendên tenduristiyê yên li herêmê tên dermankirin.
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê ya ku piştî êrîşê dan destpêkirin dewam dikin. Ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.