02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku bi Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) re der barê daneyên der heqê karmendan de pirgirêk heye û got ku hikûmeta HKIyê dikare ku ji sedî 80yê mehaneyên karmendan bi dahatên neftê bide.
Ebadî, di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de got ku dahata neftê ya HKIyê ya 3 mehên borî nêzî milyarek û 600 hezar dolar e û got ku "HKI dikare ku ji sedî 80yê mehaneyên karmendan ji dahata neftê bide. Lê belê ev pêk nayê."
Ebadî da zanîn ku HKIyê soz da ku der barê dahatên sala 2018an de daneyên xwe dê ragihîne rêveberiya navendî.
Serokwezîr Ebadî ragihand ku dest bi xebata di destê dewletê de sînordarkirina çekên li Iraqê kirin û got, "Der barê cihên ku lê çekên dereqanûnî hene de welatî ji me re îxbaran dikin."