İbrahim Atmaca
07 Gulan 2020•Rojanekirin: 08 Gulan 2020
Li Îranê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 68 zêde bûn û derket 6 hezar û 486an.
Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 68 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin.
Cîhanpûr daxuyand, bi tevahî jimara miriyan derket 6 hezar û 486an, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî 1485 zêde bû û derket 103 hezar û 135an.
Cîhanpûr destnîşan kir, rewşa 2 hezar û 728 kesên ku vîrus kişiyaye wan giran e, heta niha 82 hezar û 744 kes jî qenc bûne.
Cîhanpûr daxuyand ku li tevahiya welêt heta niha 544 hezar û 702 testên Kovîd-19ê hatin kirin.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin û paşê li hemû welêt bela bûbû.