Önder Beyter
07 Gulan 2020•Rojanekirin: 08 Gulan 2020
Mele Ehmed el Qasir ku li Îdliba Sûriyeyê dijî, di nava malên ku di êrîşên rejima Beşar Esed û alîgirên wê da kavil bûn da fitarê dide êtîman.
Ehmed el Qasir di daxuyaniya xwe ya ku da peyamêrê AAyê da diyar kir ku ew xwarina fitarê didin zarokên ku bavên wan di bombardûmanên rejima Esed û alîgirên wê da mirin.
Qasir wiha got, "Tevahiya vê mehê fitarên me dê bidomin. Em vê bi awayekî xwebexş dikin. Helbet em li benda alîkariya wan kesan in ku bixwazin alîkariyê bikin."
Qasirê ku li herêmê perwerdeya Qur'ana Kerîm jî dide wiha axivî, "Em ê kelema Xwedê hînî zarokan bikin. Ev mijar ji bo Misilmanên li vê derê girîng e."
- Rewşa Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Di îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li Soçiyê ji bo hêzdarkirina agirbestê mitebaqat hat îmzekirin. Hêzên rejima bi qasî demekê navber dan êrîşên xwe û ji gulana 2019an vir da ji bo tevahiyê herêmê bi dest bixin operasyon dan destpêkirin.
Hêzên rejimê di vê çarçoveyê da navçeyên girîng ên Îdlibê, başûr û başûrê rojhilatê bajêr, bakurê Hemayê, çil û çiyayên li rojhilatê bajêr, başûr û rojavayê Helebê bi dest xistin. Ji mitebaqata Soçiyê vir da di êrîşên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîlan can da. Ji rêbendana 2019an vir da jimara kesên ku koç kirin kêmzêde derkete 2 milyonî.
Tirkiye û Rûsya di 12ê rêbendana 2020î da mitebiq man ku agirbest dest pê bike lêbelê rejima Esed û mitefîqên wê guh nedan agirbestê û êrîşên li Îdlibê domandin.
Li ser vê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di 5ê adarê da li Moskovaya Paytextê Rûsyayê mitebeqateke teze îmze kirin û ji 6ê adara 2020î vir da agirbest ket rewacê. Her çiqasî hêzên rejimê li hin herêman agirbestê binpê bikin jî bi piranî guh didin agirbestê.