Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî hatin bal hev.
Îbadî bi balafireke taybet hat Hewlêrê û li balafirgehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û wezîran pêşwaziya Îbadî kirin.
Lijne peyra derbasî Ofîsa Serokwezîriyê ya Herêma Kurdistanê bûn û piştî hevdîtina Îbadî û Barzanî û di nav lijneyan de wê civîna çapemeniyê ya hevbeş were çêkirin.
Wezîrê Parastinê Xalid Ubeydî, Wezîrê Karên Navxweyî Mihemed Gabban, Wezîrê Koç û Koçberan Derbas Mihemed û hin rayedarên leşkerî jî di lijneya Îbadî de cî digirin.
Li gor çavkaniyên diplomatîk wê di serdanê de mijarên ji destê DAEŞê rizgarkirina Mûsilê, rola pêşmergeyan a di operasyonê de û çekdayîna ji bo milîsên sunî bên rojevê.
Wek mayîn wê meseleya budçe û peymana neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de jî were axaftin.