Ahmet Aydın
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştiyê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî yê ku roja sêşembê li Almanyayê wefat kiribû, îro li bajarê Silêmaniyê bi merasîmeke berfireh hat veşartin.
Cenazeyê Talebanî piştî ku bi merasîmeke fermî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê hat pêşwazîkirin, di nava wesayita cenaze guhastinê de anîn Mizgefta Mezin a Silêmaniyê û ji wêderê jî birin devera Debaşanê.

Bi hezaran kesên ku ji Sîlêmanî, Hewlêr, Duhok û Kerkûkê hatibûn di destê wan de posterên Talebanî heta cihê veşartinê meşiyan.
Hat dîtin ku li gelek cihên bajêr posterên ku li serê nivîsîbûn "Oxur be Mam Celal" û alayên YNKê hatine daleqandin. Li hember êrîşên terorî yên muhtemel, gelek cade û kolan ji hatûçûnê re hatin girtin û hêzên asayişê tedbîrên ewlekariyê zêde kirin. Ji ber qerebalixiya zêde ya wesayit û mirovan, cenazeyê ku ji balafirgehê anîn mizgeftê, ji wêderê ve heta devera Dabeşanê nêzîka 5 seatan hat guhastin. Berî veşartinê, cenazeyê Talebanî cara dawî anîn mala wî ya li Dabeşanê.

Cenazeyê Talebanî li girê Dabeşanê li cihê ku bi taybet ji bo wî hatibû amadekirin, hat veşartin.
- Wê tazîye 3 rojan berdewam be
Hat ragihandin ku taziyeyên ji bo Talebanî heta 3 rojan wê berdewam bin.

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm, Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cubûrî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Karê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Sekreterê Giştiyê Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Behaedîn, Mîrê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr, Rêkxerê Tevgera Goranê Umer Seyid Elî, Alîkarê Serokomarê Iraqê û Serokê Kutleya Dewleta Qanûnî Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymana Nîştimanî ya Şîe Emar Hekîm, Fermandarê Bedrê Hadî Amirî, Berdevkê Partiya Demokrata Gelan Osman Baydemîr, Balyozên li Iraqê û nûnerên dewletên curbicur beşdarî merasîma cenazeyê Celal Talebanî bûn.
Celal Talebanî ku yekem Serokomarê Kurd ê Iraqê ye, li Berlîna bajarê Almanyayê ku bi mebesta dermanbûnê li wêderê bû, roja sêşembê, di 84 saliya xwe de canê xwe ji dest dabû.