Nihat Kavşut
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2017
XARTÛM
Sûdanê ragihand ji ber ku DYAyê astengkirinên di warê ticaretê da yên 20 sal in dijî Sûdanê disepîne rakir kêfxweş in.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Sûdanê da hat destnîşankirin hikûmeta Sûdanê ji bo parastina ewlehî û aştiya navneteweyî berpirsyariya dikeve ser milan wê bi cî bîne.
Xarîbullah el-Hadrê Berdevkê Wezareta Karên Derva jî di serî da Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Kuweyt, Qeter, Umman, Misir, Etiyopya û Otorîteya Pêşketina Hikûmetan (IGAD), Yekîtiya Afrîkayê û Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamî sipasiya hemû dewlet û saziyan kir ji bo sepandinên li ser Xartûmê rabin hewl dane.
Hadr diyar kir ji bona têkiliyên bi DYAyê ra normalîze bibin divê beriya her tiştî Sûdan ji "lîsteya dewletên piştgiriyê didin terorê" bê derxistin.
Rêvebiriya DYAyê ragihandibû sepandinên 20 sal in dewam dikin hatine rakirin.