MONTRO
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu got ku "Êdî hem exlaqî hem jî fiîlî tu meşrûiyeta Esed ya ji bo birêvebiriya Sûriyeyê nemaye, bi siyasî jî qebîliyeta wî ya birêvebiriyê nemaye."
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu di Konferansa Cenewre-2yê daxuyanî da rojnamevanên tirk û wiha axivî:
"Mixabin ku axaftina Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûriyeyê ya di rûniştina ewil de li dijî esasên daxuyaniya Cenewre-2yê bû. Di hemû axaftina xwe de hîç qala hikûmeta berwext nekir û bi şêweyekî êrîşkar xwest ku welatên din tawanbar bike û rastiya bûyerên li Sûriyeyê qewimîn veşêre. Xeyalên me şikestin, gelek welat pişt re pirs kirin ka gelo dê bi vê mantiqê çi encam ji konferansê derkeve. Rejîma Sûriyeyê nikare sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê veşêre. Rejîma Sûriyeyê bi azineyên curbicur mirov kuştine û digel vê yekê kirinên xwe ji bîr dike û Tirkiyeyê rexne dike, ev yek nayê qebûlkirin. Rejîmê hemû gel wekî terorîst îlan kir, hewl da ku wekî naziyên 2yemîn Şerê Cihanê gel qetl bike, bêdengiya NYyê wekî derfet dît û hema bêje wekî ku henekê xwe bi civaka navneteweyî bike, qetlîamên xwe berdewam dike. Ev yek jî her hal yekemîn sûcê mezin yê sedsala 21emîn e. Me dixwest ku konferans bi awayekî erênî dest pê bike. Digel vê yekê axaftina Serokê Koalîsyona Neteweyî yê Sûriyeyê Ehmed El-Cabra rasterast li gorî armancan bû. Wî helwesteke ku rê neda êrîşên provakatîf nîşan da."