Haydar Şahin
05 Hezîran 2020•Rojanekirin: 07 Hezîran 2020
Milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt Benî Welîda bajaroka li başûrê rojhilatê Trablusê terk kirin.
Salîm Newîrê Şaredarê Benî Welîdê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku milîsên Hefter bajarok terk kirin û hêzên herêmî yên hikûmeta Lîbyayê ketin balafirgeha bajêr.
Wekî mayîn Mihemed Şerîfê Sererkanê Artêşa Lîbyayê daxuyanî da çapemeniya herêmî û diyar kir ku milîsên Hefter ber bi Cufraya navenda welêt vekişiyan.
Artêşa Libyayê duh diyar kiribû ku milîsên Hefter ji hemû herêmên di nav sînorên Trablusa paytext da derxistin. Artêşê destnîşan kir ku kontrola wîlayeta Terhûneyê jî hildan destê xwe.
Benî Welîd 180 kîlomêtre li başûrê rojhilatê Trablusê ye.