Abdullah Tel
06 Hezîran 2020•Rojanekirin: 06 Hezîran 2020
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand heke baca ji ser kevjalên deryayê yên Amerîkayê neyên daxistin wê çaxê dibe ku baca gumrukê ya ji ser malên Çîn û Yekîtiya Ewropayê tê sitandin, zêdetir bikin.
Trumpê ku çû ziyareta eyaleta Maîneyê li wê wir bi rêvebirên bazara berên behrê ra di civîna li dora maseya gilover da hat bal hev.
Di axaftina xwe da Trump ji bo baca gumrukê ya li ser kevjalên deryayê yên Amerîkayê tê hildan bertek nîşan da û got: "Heke Yekîtiya Ewropayê vê danexe em ê jî ji bo wekhevkirinê baca gumrukê daynin ser wesayîtên ji wê derê tên."
Ji bo Çînê jî Trump got heke ew baca li ser kevjalên deryayê yên Amerîkayê danexin li ser malên ji wê derê tên Amerîkayê wê bacên nû bên zêdekirin.