Elif Orhan
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
ANKARA
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) da zanîn ku misilmanên arakanî yên ku ji êrişên li Myanmarê reviyan di rojên ewil ên sala 2018an de jî xwe dispêrin Bangladeşê.
Di daxuyaniya ku ji IOMê hat dayîn de hat destnîşankirin ku di 2018an de jî bûyerên şîdetê yên li ser misilmanên arakanî xilas nebûn.
Di daxuyaniyê de dan zanîn tê texmînkirin ku di kanûna pêşîn a 2017an de ji 2 hezar û 400î zêdetir misilmanên arakanî derbasî Bangladeşê bûn û hat diyarkirin ku di rojên ewil ên sala 2018an de jî sivîl hê jî ji sînor derbas dibin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku derbasbûnên rojane li gor heyama ku operasyonên li Myanmarê zehf zêde bûn kêm bûye, piraniya kesên ku nû gihan welat gotin ku bi hin pirsgirêkên ku reva wan dereng xistin re rû bi rû man.
Ehmedê 50 salî yê ku di rojên ewil ên sala nû de yek ji wan kesên ku gihîşt Bangladeşê ye wiha axivî: "Ji ber ku gundê me hatibû dorpêçkirin me berê nekarî ji wir derkevin. Du meh berê niha kurê min ê ku çû masiyan hat kuştin."