02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
WASHINGTON
Hat ragihandin ku ji sedî 70yê zêdetirê misilmanên Amerîkayê di hilbijartinên serokatiyê ya ku dê hefteya bê bê kirin de piştgirî didin Hîllary Clîntona namzeda Partiya Demokrat.
Konseya Organîzasyonên Misilmanên DYAyê (USCMO) li Komîteya Çapemeniyê ya Neteweyî ya li Washingtonê civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê beşdariya misilmanan a hilbijartina Serokatiya DYAyê ya ku dê di 8ê sermawezê de bê kirin agahî dan.
Sekreterê Giştî yê USCMOyê Usame Cemal diyar kir ji bo ku misilmanên ku di kanûna pêşîn a 2015an de li Amerîkayê dijîn teşwîq bikin ku deng bidin û qeyda wan çêkin xebat dan destpêkirin û xebatên wan serkeftî gihan encamê. Cemal got ku milyonek misilmanî ji bo ku hefteya bê deng bidin qeyd kirin.
Digel USCMOyê rayedarên Konseya Têkiliyên Îslam-Amerîkayê (CAIR), Civaka Amerîkayê ya Misilman (MAS), Konseya Serokên Îslamê ya New Yorkê, Camîeya Îslamê ya Amerîkaya Bakur (ICNA), Civaka Filîstînê ya Misilmanên Amerîkayê (AMP) beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Serokê Konseya Têkiliyên Îslam-Amerîkayê (CAIR) Nîhad Awad got ku li gor lêkolînên ku li 50 eyalatan kirin ji sedî 72yê misilmanan dê deng bidin Clîntonê û ji sedî 4 jî dê deng bidin Trump.
Sekreterê Giştî yê AMPyê Krîstîn Szremskî girîngiya hilbijartina ku dê hefteya bê bên kirin ya ji aliyê temsîliyeta siyasal a misilmanên amerîkayî ve destnîşan kir. Szremskî wiha axivî: "Ji bo dahatûya Amerîkayê biryar tê dayîn û misilman di vî warî de divê li cihekî biryardar de bin."