25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
RAKKA/ANKARA
Li Reqayê hema bêje hemû mizgeft di pevçûnan da xerab bûn û her çend alîkariyên madî ji koalîsyonê ra hatin kirin jî mizgeft nayên restorekirin.
YPG/PKKya rêxistina terorê ji salekê zêdetir e ku Reqayê îşxal dike.
Welatên weke Erebistana Siûdî û Almanyayê bi sedhezaran milyon dolarî alîkarî da koalîsyonê ku Reqayê cardin ava bikin. Rêxistin her çend propagandayê dike ku ji gel ra xizmetê kiriye jî, hema bêje hemû mizgeftên li bajêr hê xerabûyî ne.
Hin sivîl bi derfetên xwe va hewl didin ku mizgeftên taxa xwe çêkin.
Aktivîstê Reqayî Kinan Erraqawî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Li bajêr 25 mizgeftan di êrîşên koalîsyon û PYDê da zirar dît. Mizgeftên mîna Mizgefta Nûr Sefayê û Mizgefta Ebû Bekir ji binî va xerab bûne hene. Şêniyên bajêr di mizgeftên xerabe da îbadetê xwe dikin. Hin sivîlan di navbera xwe da pere berhev kir da ku mizgeftê temîr bikin."
Xebatkarê sektora înşaetê Ebû Yazan jî wiha got, "Min bi piştgiriya xêrxwazan va heft mizgeft temîr kirin. Hinekan pere dan, hinekan çîmanto û alavên din anîn."
Ji sivîlên Reqayî Ebû Elî jî wiha got, "Di nimêja înê da pir xerebalixî çêdibe. Milet li kuçeyan nimêj dike. Her wiha em dixwazin rojên din jî li mizgeftê bicivin, lê ne pêkan e."
- Li Reqayê qeyrana mirovî dewam dike
YPG/PKKya rêxistina terorê saleke li Reqayê û li herêmên din zor û zexta xwe û pergala xwe ya terorê didomîne. Rêxistin bi zorê çekan dide destê sivîlan. Avahiyên ku di pevçûnên navbera DEAŞê da bi dest dixe jî nade xwediyê wan û li bajêr tu xizmetan nake. Bajar bi tevahî xirab bûye û avahî hilweşiyane. Sivîl hewl didin bi derfeta xwe avahiyên xwe nû bikin û di nav van şertên xirab da bijîn.
Hin sivîlên ku wekî dibê çareya wan tunene, mecbûr vegeriyan malên xwe û di nav şert û mercên dijwar da jiyana xwe didomînin. YPG/PKKya rêxistina terorê bi behaneya ku têkiliya wan bi mixalifan ra heye, gelek sivîlan digre.
Reqa di cotmeha 2017an da bi piştgiriya esmanî ya Amerîkayê va ji destê DEAŞa rêxistina terorê derketibû û ketibû destê YPG/PKKyê.
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di rapora xwe ya 14ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku di operasyona dijî DEAŞê da di navbera mijdara 2016an û cotmeha 2017an da bi tevahî 2 hezar û 323 sivîl hatin kuştin.