HELEB
Tûgaya Tewhîd û Tûgaya Fetîhê li Dibistana Piyadeyan ya li Helebê merasimek li dar xistin û daxuyandin ku êdî her du tûgay dê bi hev re hereket bikin.
Di merasimê de leşkerên her du aliyan digel tanqan çalakiyeke eskerî pêşkêş kirin.
Fermandarê Tûgaya Tewhîdê Ebdilezîz Selame piştî merasimê daxuyanî da û wiha got: "Em gelekî kêfxweş in ku me hêzên xwe kirin yek. Ez hêvîdar im ku ev helwest ji bo hemî hêzên muxalif bibe mînak û di demeke kurt de hemî hêz bibin yek."