CENEWRE
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ev sê roj bûn li Cenewreyê di Otêla Intercontinentalê li ser venêrîna çekên kimyewî yên Sûriyê goftûgo dikirin. Piştî sê rojan her du wezîr li hev hatin û daxuyaniyeke hevpar ya çapemeniyê dan.
Wezîr Kerry diyar kir ku di mijara venêrîna çekên kimyewî yên Sûriyê de li ser planeke 6 madeyî li hev hatin.
Li gor planê çekên kimyewî yên Sûriyê ji aliyê pisporan ve dê bên diyarkirin û îmhakirin.
Di çarçoveya lihevhatinê de ji Sûriyê hat xwastin ku lîsteya çekên kimyewî yên di destê xwe de amade bike û di nav hefteyekê de pêşkêş bike.