Önder Beyter
09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku Mûsila duyemîn bajarê mezin ê Iraqê ji rêxistina terorî DEAŞê bi temamî hat rizgarkirin.
Di nûçeya televîzyona dewletê ya Iraqê da wiha hat gotin, "Tevahiya Mûsilê ji DEAŞê hat rizgarkirin."
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî jî ji ber serkeftina li Mûsilê ya dijî DEAŞê, pîrozbahî li hêzên ewlekariyê û xelkê Iraqê kiribû.
Tê pêşbînîkirin Ebadiyê ku li Mûsilê ye, civîneke çapemeniyê li dar bixe û "serfiraziyê" rabigihîne.
Bajarê Mûsilê di hezîrana 2014an da ketibû kontrola rêxistina terorî DEAŞê.
Artêşa Iraqê, Pêşmerge û hêzên hevpeymana navneteweyî ku Emrîka serkêşiyê dike, di 17ê Cotmeha 2016an da dest bi operasyona rizgarkirina baskê rojhilat yê Mûsilê kiribûn. Baskê rastê yê bajêr di encama operasyonên ku qedera 100 rojî ajotibûn da di 24ê Kanûna Paşîn da bi temamî ji DEAŞê hatibû paqijkirin û herwiha ji bo rizgarkirina perê rojavayê bajêr jî di 19ê Sibatê da ji sê eniyan operasyonê dest pê kiribû.