Haydar Şahin
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
NEW YORK
Ji nameya ku şandibûn avahiya Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî û Serkonsolosxaneya Îsraîlê ya li New Yorkê û tê da tehdîdên li dijî Bînyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê hebûn ketin şikê û polêsên New Yorkê ji bo tevdîr hildan.
Hat ragihandin ku nameya ku tê da xîtabî Netanyahu dikin şandine avahiya ku Misyona NYyê ya Îsraîlê û Serkonsolosxaneya Îsraîlê lê ne, ji nameyê tozeke sipî derketiye.
Piştî bûyerê ekîbên Teşkîlata Polêsên New Yorkê hatin ber Misyona Îsraîlê, ketin û derketina avahiyê dan sekinandin û tevdîrên ewlehiyê girtin.
Bûyer beriya civîna Lijneya Giştî ya 72yan a NYyê û qasî kuçeyekê dûrî avahiya Navenda Giştî ya NYyê qewimî.