Nihat Kavşut
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
NEW YORK
Namzedên Xelatên Akademiyê (Oscar) ya îsal cara 90emîn tên dayîn eşkere bûn.
Fîlmê "The Shape of Water" îsal tevî fîlmê herî baş, lîstikvana jin ya herî baş, lîstikvanê mêr yê alîkar yê herî baş û derhênerê herî baş bi tevahî di 13 kategoriyan da namzed e.
Fîlmê "The Shape of Water" ku derhêner Guillermo del Toroyê ji Meksîkayê ye îsal di Kureya Zêrîn da xelata derhênerê herî baş û muzîka herî baş wergirtibû.
Ji bona Xelatên Akademiyê yên îsal "Dunkirk" di 8 karegoriyan da û "Three Billboards Outside Ebbing, Missouri" di 7 kategoriyan da namzed e.
Di nav namzedên fîlmê herî baş da "Call Me By Your Name", "Darkest Hour", "Dunkirk", "Get Out", "Lady Bird", "Phantom Thread", "The Post", "The Shape of Water" û "Three Billboards Outside Ebbing, Missouri" hene.
Merasima xelatdayînê 4ê Adarê wê li Los Angelesê bê kirin û Jimmy Kimmelê komedyenê ji Amerîkayê pêşkêş bike.
- Hin namzedên girîng
Namzedên lîstikvanê mêr ya herî baş: Timothée Chalamet (Call Me by Your Name), Daniel Day-Lewis (Phantom Thread), Daniel Kaluuya (Get Out), Gary Oldman (Darkest Hour) û Denzel Washington (Roman J. Israel, Esq.).
Namzedên lîstikvana jin ya herî baş: Sally Hawkins (The Shape of Water), Frances McDormand (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri), Margot Robbie (I, Tonya), Saoirse Ronan (Lady Bird) û Meryl Streep (The Post).
Namzedên lîstikvanê mêr yê alîkar ya herî baş: Willem Dafoe (The Florida Project), Woody Harrelson (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri), Richard Jenkins (The Shape of Water), Christopher Plummer (All The Money In The World) û Sam Rockwell (Three Billboards Outside Ebbing, Missouri).
Namzedên lîstikvana jin ya alîkar ya herî baş: Mary J. Blige (Mudbound), Allison Janney (I, Tonya), Lesley Manville (Phantom Thread), Laurie Metcalf (Lady Bird) û Octavia Spencer (The Shape Of Water).
Namzedên derhenêrê herî baş: Christopher Nolan (Dunkirk), Jordan Peele (Get Out), Greta Gerwig (Lady Bird), Paul Thomas Anderson (Phantom Thread) û Guillermo del Toro (The Shape Of Water).