Ji par ve kampa Yermûkê ji aliyê hêzên Esed ve tê bombekirin. Destûrê nadin ku penaber ji kampê derkevin. Hêzên Esed ev 6 meh in ku nahêlin alîkariya mirovahî û tibî jî bidin penaberên li kampê.
Berpirsyarê medyayê yê Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê yê li kampa Yermûkê Ramî Ebû Ebdullah daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Ebû Ebdullah di daxuyaniyê de got ku ew li kampê mirovên bi rojan bê nan û av mane û bûne hestî û çerm rast hatine.