HUMUS
Hat ragihandin ku li Telbîseya navçeya Xûmsê ji ber bombe barandina balafirên artêşa Sûriyeyê 14 kes mirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Soreşa Giştî ya Sûriyeyê ve hat kirin de hat gotin ku ji ber bombe kirina balafirên artêşê di nav de jin û zarok jî bi tevahî 14 kes li Telbîseyê mirin.
Hat ragihandin ku gelek kes jî birîndar bûne. Şerê di navbera Artêşa Azad a Sûriyeyê û hêzên rejîmê de didome.