Haydar Şahin
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
QUDIS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu Filistîniyên li Xezeyê tehdîd kir û got ku heke hewl bidin ku zirarê bidin Îsraîlê ew ê wan rasterast bixin hedef.
Netanyahu di daxuyaniya ku ji ofêsa Serokwezîriyê hat dayîn da got, "Rêgezeke me ya eşkere ya ku em her tim dubare dikin heye ew jî ev e, 'Beriya kesên dixwazin zirarê bidin te tu zirarê bide wan'. Li Xeta Xezeyê em ê destûrê nedin ku tu kes zirarê bide me, em ê zirarê bidin wan."
Teyareyên şer ên Îsraîlê duh êrîşî hedefeke Filistînê ya li bakurê Xezeyê kiribû. Avichay Adraeeyê berdevkê artêşa Îsraîlê di daxuyaniyê da gotibû, "komeke ji Filistînê nêzî xeta sînor bû û teqemenî di wir da bi cî kir me jî êrîşî hedefeke Hemasê kir."