NETEWÊN YEKBÛYÎ
Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbuyî aşkere kir ku belgeya beşdarbûna Sûriyê bi awayekî fermî gihiştiye destê wan û pêvajoyê dest pê kiriye. Peyman ji bo Sûriyê dê di 14ê cotmehê de bikeve rewacê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mûn ji bo beşdarbûna Sûriyê kêfxweş e.
Li gor vê ji bo ku peyman bikeve rewacê, divê di ser tarîxa qebûl kirina belgeya beşdarbûne re 30 roj derbas bibe.
Divê welatê navborî ji tarîxa ku peyman ket rewacê pê ve, di nav 30 rojan de hemî stokên xwe yên çekên kîmyewî bide aşkera kirin.
Her wiha ji bo ku Sûriye stokên xwe bide aşkera kirin, 60 rojên wê hene.