01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nîkkî Haleya Nûnera Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a bi destê Donald Trumpê Serokê DYAyê hat wezîfedarkirin, destnîşan kir ceribandinên Îranê yên ji bo moşekan nayê qebûlkirin û hişyarî da Îranê.
Konseya Ewlehiyê ya NYê li ser banga DYAyê ji bo Îranê civîneke girtî kir.
Haleya Nûnera Daimî ya NYê ya DYAyê piştî civîna di serokatiya Olof Skoogê Nûnerê Daimî yê NYê yê Swîsreyê û Serokê Heyamê yê Konseya Ewlehiyê ya NYê hat kirin, daxuyanî da rojnamevanan.
Haleyê wiha got: "Me piştrast kir Îran 29ê rêbendanê moşek ceribandine. Ev nayê qebûlkirin."
Haleyê diyar kir DYA naxweza Tehran teknolojiya moşekan peyda bike û got divê tu dewletek ji bo peydakirina teknolojiya moşekan alîkariya Îranê neke.
Wek mayîn ji xeynî DYAyê Yekîtiya Ewropayê jî hişyarî da Îranê û Cewad Zarîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê destnîşan kiribû ev ceribandin ji bo parastinê ne û moşekên nukleer nînin.