Ofîsa Washingtonê ya Dîrektoriya Herêma Amerîkayê ya AAyê bi beşdarbûna Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan hat vekirin. Maslahatguzarê Balyozxaneya Washingtonê Tûgay Tûnçer, Nûnerê KKTCê yê Washingtonê Ahmet Erdengîz, Serokê Koalîsyona Amerîka û Tirkan (TCA) Lîncoln McCurdy, rayedarê ji maseya Tirkiyeyê yê Wezareta Karên Derve yê DYAyê jî di nav de gelek vexwendiyên ji siyasetmedarên Amerîkayê, saziyên fikrî û ji civaka Tirk û Amerîkayê gelek mêvan beşdarî merasima vekirinê bûn.
Alîkarê Serokwezîr Babacan, Maslahatguzarê Balyozxaneya Washingtonê Tûnçer, Nûnerê KKTCê yê Washingtonê Erdengîz, Dîrektorê AAyê yê Ewropa û Amerîkayê ûral Yeşîl û Dîrektorê Nûçeyan a Herêma Amerîkayê yê AAyê Huseyîn Koşger vebûna ofîsê kirin.
Alî Babacan di vebûnê de axivî û got ku ofîsa AAyê yê nû ser xêrê be. Babacan qal kir ku di 94emîn salvegera damezrandina AAyê de vekirina ofîsa Washingtonê gaveke gelekî girîng e û ji bo xebatkarên AAyê serkeftinê xwest.
-Ofîs çend deqîqe dûrî Qesra Spî ye
Washington hem ji bo siyaseta DYA û hem jî ji bo siyaseta dinyayê zehf girîng e û gelek serok û wezîrên welatan, burokrat û şexsên muhîm her tim tên vî bajarî. Ofîsa AAyê nêzîkî Qesra Spî ye û bi meşê ve jî mirov dikare biçe avahiya Kongreyê.
Li avahiya Navenda Çapemeniya Neteweyî ya li Washingtonê xêncî AAyê çapemeniya biyanî wek EPA, Getty Images, Ajansa Nûçeyan a Almanan DPA, Kyodo, EFE, El Arabiya, Notimex jî hene. Dîsa di vî avahiyî de Navenda Çapemeniya Biyanî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Klûba Çapemeniya Neteweyî jî cih digre.
Di ofîsê de amûrên herî teknolojîk hene
Di ofîsê de ji bo ku bikaribin servîsa wêne, dîmen û nûçeyan baş bikin, ofîsê bi amûrên teknolojiya herî dawî amade kirin û ekîb dê nûçeyên Qesra Spî, Wezareta Karên Derve û Pentagonê bi zimanên tirkî, ingilizî û erebî biweşîne.
Dîrektoriya Herêma Amerîkayê ya AAyê piştî ofîsa New Yorkê li ofîsa 2yemîn a li Washingtonê bi teknolojiya herî nû ve nûçe, vîdeo û wêneyan dê bi zimanê ingilizî û tirkî amade bike û bi vî awayî dê nûçeyan bi hêsanî bigihîne aboneyên herêmê.
Ofîsa New Yorkê ya Dîrektoriya Herêma Amerîkayê ya AAyê ya ku li herêma Manhattana New Yorkê cî digre di 24ê mijdarê de bi beşdariya Bulent Arinç ve hatibû vekirin.