Fatih Gazioğlu
25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Senator Lindsey Grahamê ji koma Komarparêzan e got ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji parastina petrola li Sûriyeyê amadehiyê dike.
Graham li Qesra Spî bi Sererkan Orgeneral Mark Milley ra beşdarî brîfîngê bû.
Mîlley piştî birîfîngê daxuyanî da rojnamevanan û wiha axivî: "Em naxwazin petrola Sûriyeyê bikeve bi kontrola DEAŞê yan jî ya Îranê. Sererkan Orgeneral Mark Milley ji bo parastina vê petrolê niha planekê amade dike."
Graham der barê hûrgiliyên planê da tu agahî neda. Li gor nûçeyên ku li çapemeniya Amerîkayê derketin Amerîka wê 30 tankên Abramsê bişîne herêmê.