Haydar Şahin
25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Hîva Sor a Tirkiyeyê li Til Ebyada di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da ji terorê hat paqijkirin klînîka mobîl a di rojê da xizmetê dide 500 kesî vekir.
Di daxuyaniya Hîva Sor a Tirkiyeyê da hat destnîşankirin ku ji bo hewcedarên li Til Ebyadê alîkariya xurek, hijyen û amûrên din didomînin û wekî mayîn jî klînîka mobîl vekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di klînîka mobîl da yekeyên daxiliye, radyolojî, nexweşiyên zarokan û laboratuvarê hene, di klînîkê da 16 hekîmên pispor ew ê xizmetê bikin û di rojê da dermankirin û testên 500 nexweşî werin kirin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku klînîka mobîl li hewşa Nexweşxaneya Til Ebyadê dest bi xizmetê kir û li gor hewcedariyê dikarin ciyê wê biguherînin.
Hat ragihandin ku tedîlat û temîrata nexweşxaneya li herêmê ya terorîstan zirar dabûnê dewam dike.
Til Ebyad di 13ê cotmehê da bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorîstan hatibû paqijkirin.