İbrahim Atmaca
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku li başûrê Kerkûka bajarê Iraqê DEAŞa rêxistina terorî dafik danî û piştra pevçûn derket, di pevçûnê da unsûrên Heşda Şebî yên ku hatibûn revandin, hatin kuştin.
Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriya Polêsên Kerkûkê Efrasyab Kamil daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "DEAŞa rêxistina terorî hemû unsûrên Heşda Şebî yên ku di pevçûnê da revandin, kuştin."
Kamil diyar kir, cesedê 20 mensûbên Heşda Şebî yên ku DEAŞa rêxistina terorî ew revandibûn, piştî pevçûnê ji aliyê hêzên asayîşê yên ku çûne herêmê va hatin dîtin.
Kamil destnîşan kir, unsûrên Heşda Şebî bi awayekî "bê merhemet" hatine kuştin, DEAŞê gelek wesayitên eskerî û muhîmat bi dest xistine.
Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriya Polêsên Kerkûkê Kamil daxuyandibû ku li başûrê Kerkûkê nêzî gundê Saduniyeyê di navbera Heşda Şebî û bermayiyên DEAŞê da pevçûneke tund derketin û di pevçûnan da 17 mensûbên Heşda Şebî hatin kuştin, 20 jê jî hatin revandin.