02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
HARTUM
Hat ragihandin ku Serokomarê Sûdanê Omer el-Beşîr, Bekrî Hesen Salihê alîkarê xwe wek serokwezîr tayîn kir.
Îbrahîm Mehmûdê Alîkarê Serokomar û Alîkarê Serokê Gişkî yê Partiya Kongreya Neteweyî ya ku serokê Beşîr e di civîna çapemeniyê da got, "Di civîna ku bi rayedarên payebilind ên partiyê ra hat kirin da biryar hat dayîn ku Salih wel serokwezîr bê tayînkirin. Salihê di heman demê da wezîfeya alîkariya serokomar e ewil bidomîne.
Mehmûd destnîşan kir ku biryara Serokomar Beşîr ew ê sibê bê weşandin, Salihê bi partiyên ku tevlî pêvajoya diyaloga neteweyî bibûn ra îstişareyê bike û xebatên avakirina hikûmetê bide destpêkirin.
Omer el-Beşîr çaxa ku di sala 1989an da hatibû ser wezîfeyê meqamê serokwezîriyê betal kiribû û derbasî Serokatiyê bibû. Parlementoya Sûdanê di berfbarana borî da guherîna qanûna bingehîn pesend kiribû û di vê guherînê da avakirina serowezîriyê jî hebû.