02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
CENEVRE
Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku êrîşên li rojhilatê Heleba Sûriyeyê ji hêla rejima Esed û Rûsyayê ve li ser sivîl û konvoyên alîkariyê tên kirin, sûcên şer in.
Komîsyona Xweser a Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Navneteweyî ya NYyê rapora xwe ya der barê îdiayên binpêkirina mafên mirovan ên li Helebê yên ku di navbera 21ê tîrmehê û 22yê çileya pêşîn a 2016an de qewimîne eşkere kir.
Paulo Sergîo Pînheîroyê serokê komîsyonê li Ofîsa Cenewreyê ya NYyê der barê raporê de civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku li Helebê di şerê navxweyî de sivîl bûne qurbanên sûcê şer.
- "Me di rapora xwe de eşkere kir ku sûcê şer hatiye kirin"
Pînheîro got ku di nav 5 mehên ku bajêr hat dorpêçkirin de rejim û Rûsyayê bênavber êrîşên esîmanî kirin û wiha axivî: "Ji ber êrîşan li rojhilatê Helebê gelek sivîl mirin. Nexweşxane, dibistan, cihên bazaran bûn xirabe. Beravajî muxalifan, hêzên esmanî yên rejima Esed û Rûsyayê hene. Hêzên esmanî yên herdu welatan cihên ku sivîl lê dijîn bombe kirin. Hemû analîz vê îspat dikin. Me di rapora xwe de eşkere kir ku sûcê şer hatiye kirin.
Endama Komîsyona Lêkolîna Sûriyeya Xweser a Navneteweyî ya NYyê Carla del Ponte jî li ser pirseke kesên ku sûcên şer kirine wê di dadgehên navneteweyî de bên darizandin û wiha got: "Tundiya ku me li Sûriyeyê dît, me li Ruanda û Balkanan nedît. Ev trajediyeke pir mezin e. Tiştên hê jî diqewimin mirov li wan bawer nake. Belê, divê edalet teqez çêbibe."
- "Aqubeta bi sedan mêran yên sivîl nayê zanîn"
Di raporê de behsa bi sedan mêran yên sivîl jî hat kirin û hat gotin ku dema di meha çileya pêşîn de rojhilatê Helebê kete destê alîgirên rejimê, bi sedan mêrên sivîl ji malbatên xwe hatin dûrxistin. Jê hinek bi zorê hildan artêşa rejimê, aqubeta hinekan jî qet nayê zanîn.