03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
KOLN
Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMyê Mustafa Yeneroglu got ku PKKya rêxistina terorê li hemû Almanyayê aktîf hereket dike û wiha axivî: "Li gor rapora Teşkîlata Parastina Qanûna Bingehîn a Almanyayê her roj nêzî 100 milîtanî diçin Tirkiyeyê û beşdarî çalakiyên terorê dibin. Hevkariyeke wiha qet çêdibe gelo, ma ev dostanî ye?"
Yeneroglu li Kolnê beşdarî fitara Yekîtiya Demokratên Tirk yên Ewropayî (UETD) bû. Yeneroglu li vê derê polîtîkayên Almanyayê yên li dijî rêxistina terorê rexne kirin û wiha axivî:
"Çalakiyên PKKya rêxistina terorê di sala 1993yan qaşo li vê derê hatine qedexekirin. Lê rêxistin di hemû aliyan de dixebite, çalakiyên xwe bênavber dewam dikin. Beriya du mehan li Frankfurtê rêxistineke fermî ya girêdayî wan çalakiyek li dar xist. Vê yekê ez nabêjim. Ev di rapora Teşkîlata Parastina Qanûna Bingehîn a Almanyayê de bi hemû hûrgilayan va tê gotin. Dîsa di vê raporê de tê gotin ku her roj nêzî 100 milîtanî diçin Tirkiyeyê û beşdarî çalakiyên terorê dibin. Hevkariyeke wiha qet çêdibe gelo, ma ev dostanî ye?"