03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
DERA
Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed li Deraya li başûrê welêt dixwaze herêmên ketine destê mixalifên çekdar paşda bistîne û ji bo vê jî sewqiyata leşkerî dike.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Derayê di 3 rojên dawîn da 6 konvoyên tê da wesaîtên leşkerî, cebilxane û milîsên biyanî hene ji ser reyê Şam-Derayê va ketin Derayê.
Evdila Ebû Zeydê ji fermandarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ev sewqiyat nîşan dide ku rejim dixwaze li Derayê herêmên ji dest derketine cardin bistîne.
Ebû Zeyd diyar kir mixalif jî ji bo operasyonan û êrîşî konvoyan bikin amadehiyan dikin.
Navenda Derayê li bakur Dera Mahata (bajarê teze) û li başûr Dera Beled (bajarê berê) ji du beşan pêk tê. Piraniya Dera Mahatayê di destê hêzên rejimê da ye, lê li Dera Beledê tenê semta Menşiyyeyê di destê rejimê da ye.
Ji sedî 45ê navenda Derayê di destê mixalifan da ye. 4 meh berê piştî êrîşên esmanî yên rejimê piraniya Menşiyeyê bi dest xistibûn.