Emre Gürkan Abay
20 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2023
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn diyar kir ku ji bo Rûsyayê bêmene ye ku peymana dexlê bi awayê berdest dewam bike û got ku "Heke hemû şertên ku me berê li serê li hev kir bê bicîanîn em ê demildest vegerin vê peymanê."
Putîn li paytext Moskovayê bi rayedarên hikûmetê ra civîn kir û der barê Peymana Korîdora Dexlê ya Behra Reş da nirxandin kirin.
Putîn behs kir ku Rûsyayê digel helwesta "pozbilind" a welatên Rojavayê gelek caran peyman dirêj kir û got ku "Em li bendê bûn ku hempîşeyên me yên biyanî şertên ku me li serê li hev kirin û hatin pesendkirin tam bi cî bînin lêbelê tiştekî wisa çênebû."
Putîn got ku peymana dexlê di serî da xwediyê girîngiyeke mirovî bû lêbelê welatên Rojava vê hêmanê bi temamî xira kirin.
Putîn diyar kir ku hewla bêbedêl sewqiyata gubreyê ya Rûsyayê ya ji bo welatên xîzan jî ji hêla welatên Rojavayî va hat astengkirin û got ku "Bi halê berdest meneya peymanê nemaye."
- "Bila şert û mercên peymanê yên mirovahî bên bicîanîn"
Putîn destnîşan kir ku ji bo domandina peymanê hin şert û mercên Rusyayê hene û wiha domand: "Hemû astengiyên li pêş banke û saziyên fînansê yên Rûsyayê ku xizmeta temînkirina gubre û xurekê didin divê bê rakirin. Ev yek di nav xwe da SWIFT a pergala dayîna bankeyî ya navneteweyî jî di nav xwe da dihewîne û divê bikaribin jê îstifade bikin. Di vê mijarê da jî tu hewcedariya me bi soz û fikrekê tuneye. Lazim e ji bo me ev şert û merc bi cî bên."
Putîn di dawiyê da got ku lazim e şert û mercên peymanê yên mirovahî bi cî bên.