02 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
ÎSTANBUL (AA) - Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Muxalif a Sûriyê (KHMS) û Encumena Neteweyî ya Kurdî ya Sûriyê (ENKS) Abdulhamît Temo diyar kir ku kiryarên PYDyê ji yên DAEŞê cudatir nînin û wiha got, "PYD bû DAEŞa kurdan. Çawa ku DAEŞ ji nava ereban derket, PYD jî îro bi kiryarên xwe va bû DAEŞa kurdan."
Temoyê ku di heman demê da berpirsê derva yê Partiya Siberojê (Şepela Pêşerojê) ye, di der barê muzakereyên Cenevreyê, êrîşên rejimê yên li Helebê û rûdanên dawîn ên li Qamişloyê da daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku muxalif vêga tengasiyê da ne.
Temo bal kişand ku berê îtibareke muxalefetê hebû û wiha dewam kir, "Ji ber ku wekî rêberên şoreşê dihatin zanîn. Vêga dabeş bûn. Perçeyên Qahîre û Moskoyê hene û herdu jî dibêjin 'pêşîkêşên şoreşê em in.' Grûba Moskoyê girêdayî Rûsya û rejimê ye. Grûba Qahîreyê jî xeta navînî dişopîne. Li herdu aliyan jî nîne. Armanca wan rawestandina şer e. Û yek jî şaxa Stenbolê heye ku ev grûba herî fireh e. Grûba Riyadê jî tevî grûba me ye. Hin endamên grûba Riyadê vêga ligel me di civînê da ne. Hevcivîna me ya Stenbolê jî der heqê muzakereyên Cenevreyê da ye."
Temo got ku wan di civîna xwe ya Stenbolê da sedemên rawestandina muzakreyên Cenevreyê nirxand û îdia kir ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Steffan de Mistura li ser sozê xwe nema û wiha pê da çû:
"Di muzakereyên Cenevreyê da Rûsya û rejimê nexwestin ku şer raweste û li Sûriyê rê li ber guhartineke siyasî girtin. Ji ber hindê hevdîtinên Cenevreyê sekinîn. Du daxwazên muxalifan hebûn. Yek, rawestandina şer û rawestandina êrîşên Esed. Du, destûra cîguhastina alîkariyên mirovî û pêbariya ewlekariya kesên ku van xebatan dimeşînin. Bi rastî jî ev herdu daxwaz jî nehatin cîbicîkirin. Mistura soz dabû ku ev daxwaz dê bên cîbicîkirin. Lêbelê nehatin cîbicîkirin. Rejim bordûmanê didomîne. Rûsya û Esed tevî nexweşxane, bordûmana xwe ya li ser sivîlan didomînin."
Temo qala rapêşandina cesedên mensûbên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku di pevçûnên YPG û ASAyê yên li devera Til Rifat, gundê Eyn Daqa û gundê Arfedê da hatibûn kuştin û li kolanên Efrînê li ser qaseya tirekî hatibûn rapêşandan jî kir û wiha got, "Dema ku îro ereb van kiryaran dibînin, nabêjin PYDyê kir, dibêjin kurdan kir. Me wekî ENKSyê daxuyaniyek belav kir. Me di belavoka xwe da got ku em wekî miletê kurd ji vê çalakiya PYDyê dûr in. Ne kurdan, PYDyê ev çalakî pêk aniye."
Temo bal kişand ku bi destê PYDyê va rapêşandina cesedan ji kiryarên DAEŞê tu cudahiyeke xwe tuneye û wiha pê da çû:
"Ya rast vêga PYD karên pir xirab dike. Şer diqewimin.Li gelek ciyên dinyayê şer heye. Lêbelê qanûneke şer jî heye. Tu diçî wan dikujî û cesedê wan tînî li kolanên Efrînê li pêşiya xelkê radixî. Ew rewşeke pir xirab e. Evê hem li ser ereban û hem jî li ser kurdan bandorên xwe yên cidî hebin. Armanca rejim û rûsan, derxistina şerekî nijadî ye, di navbera ereb û kurdan da, bi taybetî jî digel erebên sunnî. PYD aniha dixwaze xizmeta vê armancê bike. Heger bivê ku mirov rast biaxive, kiryarên PYDyê tu ferqa xwe ji yên DAEŞê nîne. PYD bû DAEŞa kurdan. Çawa ku DAEŞ ji nava ereban derket, PYD jî îro bi kiryarên xwe va bû DAEŞa kurdan. PYD polîtîkayekî dişopîne ku dixwaze him di nava kurdan da û him jî di nava kurd û erebên sunnî da şer derkeve. Em ji vê rewşê ditirsin."