28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
CENEVRE
Li Cenevreya bajarê Swîsreyê di tûra 4emîn ya hevdîtinên Sûriyeyê de got ku PYD/PKK di operasyona Reqayê de cih bigre dê bibe sedema tehdîdeke mezin. Divê operasyon ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA ) bê kirin.
Nûnerên leşkerên muxalif yên ku li cenevreyê bêşdarî hevdîtinên Sûriyeyê bûn daxuyanî dan nuçegihanê AAyê.
Fermandarê ASAyê Faîz Esmer got ku duh li rojhilata Helebê hêzên rejimê ku ber bi Minbicê çûn û Baba di kontlola ASAyê de dorpêç kirin. Esmer wiha dewam kir: "PYD û rejim ji bo negihêjin Reqayê pêşiya mertala Feratê girtin. Der barê operasyona Reqayê de di navbera PYD û rêjimê de peyman heye. Rûsyayê jî piştgiriyê didê."
"PYD/PKK dê Reqayê têxe xetereyê"
Nûnerê Eniya Başûr (Ec-Cephe ec-Cenubiye) ya ASAyê Hesen Îbrahîm got ku operasyona Babê ji DEAŞê temîz bikin, li dijî terorê mînakeke baş e. Îbrahîm got: "Înşallah hevkariya TSK û ASA bigihêje heta Reqayê û em DEAŞê ji Sûriyeyê bi tevahî derxin.
Îbrahîm ragihan di PYD/PKK bi tena serê xwe êrîşî Reqayê bike tehdîdeke mezin e û wiha dewam kir: "Heke PYD tena serê xwe êrîşî Reqayê bike dê rewşa bajêr têxe xetereyê lewra em nikarin erebên li herêmê paşguh bikin. Ango PYD tena serê xwe têkeve bajêr wê bibe sedema pirsgirêkên mezin."