Muhammet Kurşun
25 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir û nêzîkî 5 milyon û nîv însan dengê xwe didin.
Ji bo referandûma serxwebûnê li 7 wîlayetên Iraqê û Herêma Kurdistanê pêvajoya dengdanê birêve diçe.

Li Hewlêra ku paytextê Herêma Kurdistana Iraqê ye dê nêzîkî milyonek û 150 hezar kes herin sindoqê dengdanê û raya xwe li ser referandûmê diyar bikin.
Li Mekteba Mewleyî ya Seretayî ku li Hewlêrê ye xelk bi coş û heyecanê diçe ser sindoqan û dengê xwe dide.

Di nav qelebalixan de jinên ji bo ku hatine dengê xwe bidin balê dikişînin.