Önder Beyter
26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Rêveberiya DYAyê ragihand ku ew ji biryara hikûmeta Îsraîlê ya rakirina kamera û dedektorên metal ên li dora Mescida Eqsayê, xweş in.
Di daxuyaniya Berdevkiya Çapemeniyê ya Qesra Spî da wiha hat gotin:
"Piştî ku di 14ê tîrmehê da li Herema Şerîf du polêsên Îsraîlê hatin kuştin, digel ku Îsraîlê divê tevdîrên ewlekariyê xurt bikira, kamera û dedektorên metal ên ku li deverê bicih kiribû, rakirine. DYA wan hewldanên daşikandina tansiyon û tevdîrên ewlekariyê yên Îsraîlê pîroz dike."
Di daxuyaniya Qesra Spî da rûdanên dawîn û îxlalên Îsraîlê yên dijî Mescida Eqsayê ji xwe ra cih nedîtin.
Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê Heather Nauertê di brîfînga xwe ya çapemeniyê ya li wezaretê da ragihandibû ku ew ji biryara Îsraîlê ya rakirina dedektorên metal ên li dora Mescida Eqsayê xweş in.
Polêsê Îsraîlê 14ê tîrmehê roja înê ji ber îdiaya ku bi çekan êrîş kirin, 3 filistînî kuştibûn. 2 polêsên Îsraîlê yên ku di bûyerê da birîndar bûbûn, li nexweşxaneyê miribûn. Hêzên Îsraîlê piştî bûyerê Mescida Eqsayê girtibûn. Lê roja yekşemê du deriyên Herema Şerîf vekiribûn û dedektorên metal ên elektronîk ên lêgerînê danîbûn ber deriyan.
Li ser biryara duhê ya Lijneya Ewlekariya Îsraîlê, kamera û dedektorên metal ên li ber deriyên Mescida Eqsayê hatibûn rakirin.