Önder Beyter
23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2019
Qesra Spî ragihand ku ew ê dawiyê li abonetiyên New York Times (NYT) û Washington Post ku Serokê Amerîkayê Doland Trump wekî "nûçeyên derew" pênase dike, bînin.
Berdevka Qesra Spî Stephanie Grishamê di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniya Amerîkayê da destnîşan kir ku abonetiyên NYT û Washington Postê dê neyên nûkirin û dê bên dawîkirin.
Serokê Amerîkayê Trump duh beşdarî bernameyeke têlevîzyona Foxê bûbû û ji bo NYT û Washington Postê wiha gotibû, "Em naxwazin wan di Qesra Spî da bibînin. Dibe ku em dawiyê li abonetiyên wan bînin, ew nûçeyên derew çêdikin."
Trump gelek carî dezgehên sereke yên çapemeniyê yên wekî CNN, NYT, Washington Postê bi wê yekê tawanbar dike ku "nûçeyên derew" çêdikin û êrîşî wî dikin.