Hakan Çopur
15 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2023
Qesra Spî der barê axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden da got ew li ser mijara şerê li Xezeyê axivîn, ji bilî vê Biden piştgirî da nêzîbûna di navbera Tirkiye û Yûnanistanê da.
Qesra Spî der barê axaftina Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden ya li ser telefonê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gor daxuyaniyê, Erdogan û Biden der barê rewşa Xezeyê ya ku êrîşên Îsraîlê lê dewam dike da axivîn, li hev kirin ku divê hê zêdetir alîkariya mirovî bigihêje Xezeyê û sivîl bên parastin.
Biden piştgiriya xwe ya Îsraîlê dîsa dubare kir.
Ji bilî vê, behsa tifaqa NATOyê hat kirin û hat gotin divê ew bêtir xurt bibe. Biden anî ziman ku divê Swêd bilez beşdarî NATOyê bibe.
Di daxuyaniyê da hat gotin Serok Biden piştgirî da nêzîkbûna di navbera Tirkiye û Yûnanistanê ya ku van rojên dawîn da pêk hat.