Irmak Akcan
15 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2023
Yekîtiya Ewropayê (YE) statuya namzediyê da Gurcistanê û biryar da ku mizakereyên beşdariyê yên Ukrayna û Moldovayê jî bide destpêkirin.
Charles Mîchelê Serokê Konseya YEyê di daxuyaniya xwe ya ji ser platforma çapemeniya civakî ya Xê da da zanîn ku YEyê biryar da ku statuya namzediyê bide Gurcistanê, bi Ukrayna û Moldovayê ra jî planên wan ên destpêkirina mizakereyên beşdariyê heye.
Mîchel her wiha diyar kir ku heke bigihêjin krîterên endamtiyê yên hewce dê bi Bosna Hersekê ra jî mizakere dest pê bikin.