WASHINGTON
Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) êrîşên ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li Iraqê lidarxist, şermezar kir.
Di daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat kirin de hat gotin ku ew êrîşên DÎŞIyê bi awayekî tund şermezar dikin
Ji bo kesên ku can dan sersaxî hatdayîn û hat îdiakirin ku Washîngton di têkoşîna li dijî DÎŞIyê û gefên wan ên ji bo herêm û Iraqê de dê her tim alîkariya gelê Iraqê bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku DÎŞI bi êrîşên xwe yên li Mûsilê carek din nîşan da ku ew bi tenê li pey xwîn rêtin û kuştinê ne û ji bilî vê tu armanceke wan tuneye û daxuyanî wiha dom kir: "DYA di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de ji bo serkeftin û aramiya siyasetê dê li bal Serokê Iraqê cih bigire. Li hemberî êrîşên DÎŞIyê ji bo ku alîkariya Iraqê hewl û xebat tên kirin."
Hat ragihandin ku piştgiriyên li gor Peymana Çarçoveya Stratejîk ji Iraqê re tên kirin jî dê bidomin.